Hevserokên Yekîtiya me Neslîhan Şedal û Siraç Çelîk, di çarçoveya hilbijartina Cîgirserokatiya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) de beşdarî Civîna Meclisê ya li Enqereyê bûn. Hevşaredar û endamên meclisa şaredariyên endamên Yekîtiya me jî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de ji bo hilbijartina Cîgirserokatiya TBBê deng hat dayîn. Ligel Hevserokên me Şedal û Çelîk, hevşaredar û endamên meclisa şaredariyên endamên Yekîtiya me jî beşdarî pêvajoya hilbijartinê bûn.