Li Amedê, ji aliyê Lijneya Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê ve, bi boneya salvegera desteserkirina şaredariyan de daxuyaniyeke çapemeniyê hat lidarxistin. Hevserokên Yekîtiya me Neslihan Şedal û Siraç Çelik , Hevserokên şaredariyên endamên Yekîtiya me tevlî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku polîtîkayên qeyiman mafê hilbijartin û îradeya ku gel li ser sindoqan nîşan dayî tune dihesibîne. Her wiha hate gotin ku polîtîkayên qeyiman ne tenê rêveberiyên xwecihî, di heman demê de destkeftiyên demokratîk, rêxistinbûyîna civakî, ziman û çanda gelê Kurd jî hedef digirin.
Di daxuyaniyê de banga bidawîkirina sepana qeyiman, vegerandina hevserokên şaredariyan ên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin , misogerkirina xweseriya demokratîk a rêveberiyên xwecihî û mafê tevlêbûna rasterast a gel a di nava rêveberiyê de hate kirin. Her wiha hat xwestin ku saziyên jinan û çandî yên di dema qeyiman de hatine girtin bên vekirin, astengiyên li pêşiya mafê zimanê zikmakî bên rakirin û zextên li ser saziyên demokratîk bi dawî bibin.