Di çarçoveya Lûtkeya Avhewayê ya COP31ê de, ji aliyê saziyên Rêveberiyên Herêmî û Bajarên Yekbûyî - UCLG-MEWAyê ve rûniştinek bi navê “Bi Rêya Çalakiyên Herêmî Avakirina Bajarên Ji Avhewayê Re Qewî: Hevbeşî, Fînansman û Di Pêşengiya Civakê De Lihevkirin” hat lidarxistin, Hevserokê Yekîtiya me Siraç Çelîk di vê rûnişinê de axaftvan bû.
Çelîk bal kişand ser Lûtkeya Avhewayê ya Gelan a ku weke alternatîfa COP31 tê lidarxistin û wiha got: “Ji aliyekî ve em polîtîkayên avhewayê, sozên navneteweyî û mekanîzmayên fînansmanê gotûbêj dikin, ji aliyê din ve jî em guh didin ezmûnên gel, jin, kedkar û têkoşînên ekolojiyê yên ku bi awayêk neyînî rasterast di bin bandora van polîtîkayan de dimînin. Baweriya min ewe ku divê her du ber ji hev neveqetî bin. Ji ber ku edaleta avhewayê ne tenê mijara peydakirina çavkaniyên zêdetir e, di heman demê de mijareke demokrasiyê ye ku ev çavkanî dê li gorî kîjan pêdiviyên civakî bên bikaranîn û meseleya di derbarê pêşeroja me de dê ji aliyê kê ve biryar bên girtin. Pêdiviya me bi danîna têkiliyeke xurtir di navbera van her du qadan de heye.”
Çelîk bal kişand ser perspektîfa rêveberiyên xwecihî yên demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê û da xuyakirin ku şaredarî ne tenê cihê xizmetê ye, di heman demê de qadeke rêxistinkirina civakê ye ku hêza xwerêvebirina gel xurt dike. Çelik anî ziman ku şaredariyên biçûk ên gundewar ji ber faalîyetên madenvaniyê, veberhênanên enerjiyê yên mezin û zextên li ser zeviyên çandiniyê bi pirsgirêkên cidî yên ekolojîk re rû bi rû dihêle û bal kişand ser demokrasiya enerjiyê: “Di warê hilberîn û belavkirina enerjiyê de, şîrketên mezin û navendên desthilatê di biryar girtinê de xwedî erk in. Lê em sîstemeke enerjiyê ya demokratîk û dadperwer a ku divê hilberîn û bikaranîna enerjiyê bi rêya kooperatîfan bên civakîkirin, her wiha rêveberiyên xwecihî û gel jî di van pêvajoyan de xwedî gotin û biryar bin diparêzin”