Hevserokê Yekîtiya me Siraç Çelîk tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya ku bi dirûşma “Li dijî vîtrîna COP31ê em ji bo edaleta avhewayê jiyanê diparêzin” li Antalyayê hate lidarxistin bû.
Daxuyanî bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari pêk hat. Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê û Hevserokên şaredariyên endamên Yekîtiya me jî tê de cih girtin.
Tulay Hatîmogullari di daxuyaniyê de bal kişand ser lûtkeyê û got: “Em ji COP 31ê li benda çareseriyê nînin. Em çareseriyê di xwe de digerin; di wan kesên ku xweza û jiyanê diparêzin de dibînin. Niha dema wê ye ku em têkoşîna ekolojiyê mezin bikin.”
Piştî daxuyaniyê, Hevserokê Yekîtiya me ,tevlî meşa Lûtkeya Avhewayê ya Gelan bû ku li dijî qada muzakereyên fermî yên COP31ê, wekî qada alternatîf a gelan û tevgerên ekolojiyê tê lidarxistin.