Akademîsyen û xwendekarên Beşa Plansaziya Bajar û Herêmê ya Fakulteya Mîmariyê ya Zanîngeha Teknîkî ya Yildizê, ji bo nirxandina pêşeroja bajar a Amedê hatin gel hev û civîneke girîng li dar xistin.
Civîn, li Avahiya Xizmetê ya Yekîtiya me pêk hat. Di civînê de Hevserokê Yekîtiya me û Hevşaredarê Rezanê Sîraç Çelîk, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Emîn Ay, Hevşaredarên Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, Hevşaredarên Surê Gulan Onkol û Adnan Orhan , her wiha Hevşaredarê Bajarê Nû Mehmet Ergun amade bûn.
Di civînê rewşa bajarî ya heyî , pirsgirêkên civakî û aborî, plankirina cîhwarî,xaniyên komelî, binesaziya teknîkî, pirsgirêkên veguhestinê û xizmetên civakî bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.
Her wiha di rûniştinê de li ser projeyên ber bi pêşerojê , çavkaniyên bûdçeyê, derfetên budçe û sepandinê hatin nirxandin û rîskên karesatên xwezayî û ewlehiyê jî hatin rojevê. Her wiha xebatên hevpar û piştevaniya di navbera rêveberiyên herêmî, zanîngeh û saziyên civaka sivîl jî hate destnîşankirin.
Armanca sereke ya civînê ewe ku rewşa heyî ya bajar bi hemû aliyên xwe ve bê tespîtkirin û ji bo plankirina pêşeroja bajêr bibe bingehekî xurt. Civîn piştî nirxandin û pêşkêşiyan bi dawî bû.