Ji aliyê Yekîtiya me ve ji bo hevserok û endamên meclîsên şaredariyên endam,li Amedê Perwerdehiya Mevzuata Şaredariyan hat lidarxistin.
Bi hevkariya TBBê, perwerdehî li Salona Konferansê ya Alî Emîrî hat lidarxistin. Di vekirina perwerdehiyê de Hevberdevkê Yekîtiya me Azad Ozkeskîn diyar kir ku; meclîsên şaredariyan ji bo avakirina demokrasiya herêmî de cihekî girîng digirin.
Hevserokê Yekîtiya me Sîraç Çelîk jî di axaftina xwe de bal kişand ser berpirsiyariya rêveberiyên herêmî ya pêşkêşkirina xizmetê ji gel re û got: “Gelê me ji rêveberiyên herêmî xizmetek baş dixwaze. Em vê perwerdehiya mevzuatê girîng dibînin. Em bawer in ku bi vê perwerdehiyê re dê ji bo pirsgirêkên ku di pratîkê de pêk tên çareseriyên baş werin dîtin.”
Di perwerdehiyê de Doç. Dr. Can Gîray Ozgul ji Zanîngeha Enqereyê wek mijarên Berpirsyarî û Rayên Şaredariyan,Rêkxistinên Şaredariyan, Komîsyonên Pisporî yên Şaredariyan,Rêxistina Şaredariyê û Karmend,Venêrîn û Maliyetên Şaredariyan de pêşkêş kir.