Li Amedê ji bo xebatkarên şaredariyan perwerdeya ‘‘Destûrnameya Vekirin û Xebitandina Kargehan’’ hat dayîn
Ji bo xebatkarên şaredariyên endam, perwerdeya bi navê "Dayîna Destûrnameya Vekirin û Xebitandina Kargehan " hat organîzekirin. Perwerde li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat dayîn. Di perwerdeya ku li Navenda Kongre û Çandê ya Çand Amedê hat lidarxistin de, ji aliyê perwerdekarê TBB'ê endezyar M. Semih Gülşen ve sernavên qanûn, rêzikname û rayeyên têkildarî pêvajoyên destûrdayînê hate dest girtin.
Di çarçoveya bernameyê de, li gorî Zagona bi hejmara 3572yan esasên derbarê dayîna destûra vekirin û xebitandina kargehan de hatin parvekirin. Di çarçoveya Rêziknameya bi hejmara 2005/9207an de li ser rêbaz û esasên destûrdayînê hat rawestîn. Li gora Zagona Şaredariyan a bi hejmara 5393yan jî erk û rayeyên şaredariyan û cudahiyên di navbera şaredariyên navçeyan yên bajarên mezin de hatin nirxandin.
Di perwerdeyê de her wiha li gorî Zagona Şaredariya Bajarê Mezin a bi hejmara 5216an parvekirina rayeyan a di navbera şaredariyên bajarê mezin û yên navçeyan de, di çarçoveya Zagona Tenduristiya Giştî ya bi hejmara 1593yan de tenduristiya gel û mercên tenduristiyê, ligel vê jî li gorî Zagona Xwedaniya Qatan a bi hejmara 634an bendên derbarê vekirina kargehan li beşên serbixwe û dîtinên pêwîst ên ku divê bên wergirtin hatin lêkolînkirin.
Qonaxa duyemîn a perwerdeyê dê di 26ê Mijdarê de li Wanê, li Navenda Çandê ya Bêrîvanê bê lidarxistin.