Ji alîyê Yekitîya me ve,ji bo karmendên yekeyên çavkaniyên mirovan,hiqûq û disîplînê yên şaredariyên endam,perwerdehiya “Hiqûqa Disîplînê ya Karmendan û Lêpirsînên Disîplînê” hate lidarxistin.
Di perwerdehiya ku li ÇandAmedê hate lidarxistin de,Hevberdevka Yekîtiya me Serap Baş got ku famkirina rast a pêvajoyên disîplînê hem ji bo xebitandina saziyan hem jî ji bo parastina mafên karmendan girîng e.Baş diyar kir ku di perwerdehiyê de dê gelek mijarên têkildarî hiqûqa disîplînê, pêvajoyên lêpirsînê,di derbarê berevaniyê,lijneya disîplînê û venêrîna dadwerî werin nirxandin û got: ji bo birêz Mustafa Yildiz spas dikin û hêvî dikin ku perwerdehî bi serkeftî derbas bibe.
Di perwerdehiya ku ji aliyê Serokê berê yê Lijneya Venêrî Mustafa Yildiz ve hate dayîn de,li ser prensîbên bingehîn ên hiqûqa disîplînê,lêpirsînên disîplînê,mafê berevaniyê û demborîn,mevzuat û cezakirinên disîplînê,lijneyên disîplînê,pêvajoyên biryardayînê û venêrîna dadwerî rawestiya.