Ji aliyê Yekîtiya me ve, ji bo xebatkarên ku li Gerînendetiya Çavkaniyên Mirovî yên şaredariyên endam de dixebitin perwerdehiya bi navê “Pergala Xebatkarên Şaredariyê û Sepanen Çavkaniyên Mirovî” hate lidarxistin.
Perwerdehiya ku, du rojan li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoçê berdewam kir ji aliyê perwerdekarê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê Alî Kaplan ve hat dayîn. Di bernameya perwerdehiyê de mijarên wek statuyên xebatkaran û şêweyên xebitandinê , kadroya normê, tayînkirin û encamên tayînkirinê, wekalet û peywirdarkirina tedvîrî, guherîna cih, biryarên darazî, destheqên karmend û xebatkarên şîrketên şaredariyan, isûlên xebata zêde, mafên darayî û civakî ,her wiha nêrînen Dadgeha dîwana hesaban (sayıştay),Dadgeha dîwana şêwrê(danıştay) û rêveberiyên herêmî yên ku derketine pêş hatin nîxaşkirin.
Bername di rojên 17-18ê Îlonê de li Wanê, li Navenda Çandê ya Berîvanê dê berdewam bike.