Bi armanca xurtkirina têkiliyên derveyî ya şaredariyan, bernameya Perwerdehiya Dîplomasî û Têkiliyên Derve di Rêveberiyên Xwecihî li Amedê hat lidarxistin.
Di vekirina bernameya perwerdehiyê de, Hevserokên Yekîtiya me Neslîhan Şedal û Siraç Çelîk,Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr axaftin kirin. Di axaftinan de dîplomasî ne tenê mijarek teknîk a têkiliyên di navbera dewletan de ye, lê her wiha divê wekî bingehêk ji bo têkiliya di navbera gelan de were dîtin.
Di çarçoveya bernameyê de,endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya DEMê Evren Çevîk li ser mijarên “Rêgezên Bingehîn yên Nûnertiya Dîplomatîk û di Rêveberiya Xwecihî de Destpêka Dîplomasiyê û Di Rêveberiyên xwecihî de Têkiliyên Derve pêşkêş kir.Hevberdevka Têkiliyên Derve ya Partiya DEMê Ebrû Gunay û Aktîvîsta TJAyê Çaglar Demîrel li ser “Lêkolînên Dîplomasiyê di Rêveberiyên Xwecihî de” pêşkêşî kirin.Her wiha,Endamê Komîsyona Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecihî ya Partiya DEMê Bûlent Aşa jî li ser “Rehendên Hiqûqî yên Dîplomasiya Navbajaran ” pêşkêş kir.