Ji bo pêşxistina xizmetên pirzimanî yên li şaredariyan, di encama amadekariyên ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û MED-DER re hatin kirin de,Koordînatoriya Xebatên Ziman ya ku di nav Yekîtiya me de hat avakirin dest bi xebatên xwe kir.
Koordînatorî dê ji bo zêdekirina xizmetên pirzimanî yên li şaredariyan xebat bimeşîne.Di vê çarçoveyê de,li şaredariyan avakirina midûriyet an jî koordînatoriyên pêşxistina ziman dê were destpêkirin.
Her wiha, ji bo ku xizmetên şaredariyan bi zimanên cuda werin pêşkêşkirin,perwerdehî dê werin lidarxistin.Di heman demê de, Zarokîstan û mala zarokan jî di çarçoveya van xebatan de dê bên xurtkirin.
Li gorî daxwazên şaredariyên endam ên Yekîtiya me li warên ku hewce tê dîtin de dê perwerdehî û şêwirmendî werin dayîn.