Konferansa Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a ku ji aliyê Komîteya Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê ve bi şîara “Bi Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ber bi Civaka Komunal ve” li Navenda Kongreya ÇandAmedê dest pê kir.
Di konferansa ku dê du rojan bidome de, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokên Yekîtiya me Neslîhan Şedal û Sîraç Çelîk, gelek siyasetmedar, nûnerên rêveberiyên herêmî, hevserokên şaredariyên endam yên Yekîtiya me û endamên meclîsan beşdar bûn.
Di axaftina vekirinê de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser girîngiya xurtkirina demokrasiyê ya herêmî li Tirkiyeyê. Bakırhan bang kir ku şert û mercên ku Tirkiye li ser Şerta Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê danîne werin rakirin û her wiha got ku divê di rêzikname û qanûnên ku dê werin amadekirin de rêveberiyên herêmî bingeh werin girtin.