Konferansa Jinan a Rêveberiya Xwecihî yên Demokratîk ku ji aliyê Meclîsa Jin a Rêveberiya Xwecihî yên Demokratîk a Pariya DEMê ve bi şîara“Em Bi Vîna Jinê Komunan,Bi Rêveberiyên Xwecihî Civaka Azad Ava Dikin”dest pê kir.
Di vekirina konferansê de ku gelek siyasetmedar û nûnerên jin beşdar bûn,Hevseroka Yekîtiya me Neslîhan Şedal diyar kir ku jin di tevahiya dîrokê de di avakirina civakî de pêşeng bûne û biryardariya xwe ya berfirehkirina têgihîştina rêveberiya xwecihî ya demokratîk,ekolojîk û azadiya jinan anî ziman.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîğdem Kılıçgun Uçar jî bal kişand ku rêveberiya xwecihî di avakirina civaka demokratîk û azadiya jinan de cihêk girîng digirin û diyar kir ku sîstema hevserokatiyê modela demokratîk e û perspektîfa azadiya jinan di vê modelê de rolek bingehîn e.
Di konferansa du rojan de,dê li ser rola jinan di rêveberiyên xwecihî,avakirina civaka demokratîk, sîstema hevserokatiyê û azadiya jinan dê ji gelek aliyan ve were nîqaşkirin.