Midûriyeta Politikayên Jinan a Yekîtiya me, Şaredariya Cizîrê û Koordînasyona Amadekariyê ya Bajarê Jinan a Cizîrê bi pêşengiya daxuyaniya “Ber bi Bajarên Jinan ve” li Cizîrê hat ragihandin. Bi vê daxuyaniyê re hate diyarkirin ku Cizîr li gorî perspektîfa azadiya jinan, demokratîk û ekolojîk weke “Bajarê Jinan” hat ragihandin.
Di daxuyaniyê de Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Nevroz Uysal Aslan, Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, Hevseroka Şaredariya Cizîrê Guler Yerbasan,Hevresoka Şaredariya Balverenê Gulsum Atak,Hevseroka Şaredariya Sırtkoyê Halime İlçin, Hevberdevka Rêveberiyên Herêmî ya Partiya DEMê Canan Kepenç Ozkan,TJA,rêxistinên civaka sivîl û gelek jin beşdar bûn.
Hat gotin ku ev daxuyanî piştî civînên ku li gelek tax û gundan hatine kirin hat amadekirin. Li gorî daxwazên jinan bajar bi perspektîfa azadiya jinan were nûve avakirin.