Komeleya Polîtîkayên Wekheviya Zayendi,di çarçoveya xebatên xwe serdana Yekîtiya me kirin.
Di serdanê de, belgeya Helwestê ya li Ser Têkoşîna li dijî Tundiya li ser bingeha Zayendî ya ku ji aliyê şaredariyên Partiya DEMê ve hatiye amadekirin lêkolîn hat kirin. Şandeyê bi komîsyona amadekariyê re civîn pêk anî û li ser pêvajoya amadekiriyê agahdarî girtin.Her wiha tecrubeyên xebatkarên Midûriyeta Polîtîkayên Jinan ên şaredariyên pêkhêner jî hatin guhdar kirin.
Di encama civînan de, hat diyarkirin ku dê li ser belgeyê raporek were amadekirin û pêvajoya lêkolînê were şopandin. Her wiha hat gotin ku ev belge dikare ji bo saziyên cuda bibe referans û di pêşxistina polîtîkayên li dijî tundiyê de bingeh bide, û bi vî awayî têkiliyên navbera saziyan jî dê werin pêşxistin.