Ji aliye Yekîtiya me ve, ji bo xebatkarên Şaredariya Bismilê perwerdeya bi nave ‘‘ Teknîka Rêzikên Nivîsandina Fermî û Xîtabet’’ hate lidarxistin.
Di perwerdehiya ku li Bismilê hat lidarxistin de, Doç. Dr. Ozkan Çiya pêşekek pêşkêş kir. Di perwerdehiyê de, belge û rêvebirina belgeyan, Rêziknameya bingeh û rêbazên ku di nivîsandina fermî de dê bêne pêkanîn, Beş û taybetiyên belgeyên fermî hate destgirtin.
Her wiha di pêşekê de li ser pêvajoyên astên nepeniya belgeyan,zêdekirin,şandin,wergirtin û vegerandina belgeyan hat rawestîn. Her wiha di rêzikên nivîsandinên fermî de çavkaniyên dijîtal ên ku sûd jê bê wergirtin û rêzikên cihêreng ên rêziknameyê jî bi beşdaran re hate parvekirin.