Avahiya Akademiya Rêveberiyên Herêmî ya Yekîtiya me ku di serdema qeyûm de ji bo Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr hatibû terxankirin, di encama pêvajoya hiqûqî û îdarî de ji aliyê Yekîtiya me ve hate standin.
Avahiya ku ji aliyê Yekîtiya me ve ji bo xebatên perwerdehiyê hatibû avakirin, di destpêka sala 2019an de ji aliyê qeyûm ve ji Miftîtiya Bajêr re hatibû veqetandin. Miftîtiya Bajêr jî bikaranîna avahiyê bi awayekî fiilî ji Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî re hiştibû.
Meclîsa Yekîtiyê ya ku di sala 2019an de hat ser erkê, biryara terxankirinê betal kir. Li dijî vê biryarê, doza ku Miftîtiya Bajêr vekiribû hat redkirin û serlêdana wê ya li dadgeha îstînafê jî hate redkirin. Lê piştî ku rêveberiya hilbijartî dest bi valakirina avahiyê kir di demeke kurt de, cara duyemîn qeyûm hate tayînkirin.
Rêveberiya qeyûm a duyemîn jî avahiya Akademiyê ji Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî re tahsîs kiribû. Meclîsa Yekîtiyê ya ku di sala 2024an de dest bi kar kir, biryar da ku ev tahsîskirin cara duyemîn were betalkirin. Doza ku Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî li dijî vê biryarê vekiribû hat redkirin û ev biryar di îstînafê de misoger bû.
Piştî misogerbûna biryarê, di encama hevdîtin û xebatên hatin meşandin de, xwendekarên ku li vê dibistanê dixwendin hatin guhestin û avahiya Akademiyê radestî Hevserokê me Siraç Çelîk, Hevberdevkê me Azad Ozkeskîn û Rêvebirê Xizmetên Darayî Hebûn Zengîn hate kirin.
Di lêkolînê de hat tespîtkirin ku ji ber ku lênêrîn û tamîrata asayî nehatiye kirin, di avahiyê de zirareke mezin çêbûye. Ji ber vê yekê, ji bo tespîtkirina lêçûna zirarê destpêkirina pêvajoya hiqûqî û piştre dê avahî bikeve pêvajoya nûvekirinê.
Li aliyê din, parsela li kêleka avahiya Akademiyê ku ji bo avakirina avahiya xizmetê ya Yekîtiya me hatibû veqetandin, ji ber ku niha tesîseke perwerdehiyê ya Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgehê li ser e, dê ji wê midûriyetê re bê hiştin. Li hemberî vê yekê, pêvajoya tahsîskirina milkeke neguhêzbar a din ku aîdî Xezîneyê ye û li derdora Stadyuma Nû ye ji bo avakirina avahiya xizmetê ji Yekîtiya me re, hîn berdewam dike.