Ji bo daxwaz û hewcedariyên teknîkî yên şaredariyên endamên Yekîtiya me,bernameyeke serdanê ya 4 rojan ji bo 10 şaredariyên Wanê hat lidarxistin.
Hevberdevkê Yekîtiya me Azad Ozkeskîn, ekîba teknîkî ya ji xebatkarên Midûriyeta Pêşvebirina Stratejiyê Nehîr Aktaş, Baran Altug û Guzîde Dîker Edîn pêk tê,di çarçoveya bernameyê de serdana şaredariyên Payîzava, Şax, Serav,Qelqelî, Rêya Armûşê,Tuşba, Artemêt, Ebex, Bêgirî û Erdîşê kirin.
Di hevdîtinên ligel hevşaredar, rêveberiyên şaredariyan û yekeyan ,daxwaz û hewcedariyên teknîkî yên şaredariyan hatin nirxandin.Her wiha,derbarê sererastkirinên ku tên xwestin li Sûlavên Bêgirî û Kanîspî ya Şaxê lêkolîn hatin kirin.
Di serdanan de biryar hat girtin ku daxwazên plansaziya îmarê,proje û peyzajê, piştî amadekariyên teknîkî û nêrînên saziyan, di plansaziyê de cih bigirin.
Di hevdîtinan de,nêrîn û pêşniyarên hevşaredaran ên derbarê Sempozyûma Bajêr a Wanê ku wê bi hevkariya Yekîtiya Me û Lijneya Koordînasyonê ya TMMOBê ya Wanê were lidarxistin jî hatin girtin.