Bi mebesta kîpkirina daxwaz û pêdiviyên teknîkî yên şaredariyên endamên yekîtiya me,ji bo şaredariyên navçeyên Riha û Semsûrê bernameyeke serdanê hat lidarxistin.
Di serdana ku ji Hevberdevkê Yekîtiya me Azad Ozkeskîn, Koordînatora Projeyan Guzîde Dîker Edîn,Plangerê Bajêr Baran Altûg û Endezyarê Avakirinê Zinnar Aktaş ve pêk hat; serdana şaredariyên Wêranşar,Pîrsûs,Curnê Reş,Hewag, Serê Kaniyê û Bulamê kirin.
Di çarçoveya serdanan de bi Hevşaredara Wêranşarê Bedriye Yorgûn, Hevşaredara Hewagê Aygul Kapikayali, Hevşaredarê Pîrsûsê Muslum Baran, Hevşaredarên Curnê Reş Xerîb Yeşîl û Serhat Paydaş, Hevşaredarên Bulamê Kamîle Ocak û Huseyîn Uzun,Hevşaredarên Serê Kaniyê Dîlan Ablay Saldanli û Ugur Karaman re,her wiha bi endamên meclîsa şaredariyê,cîgirên hevşaredaran û xebatkarên teknîkê re hevdîtin hatin kirin.
Di hevdîtinan de li ser mijarên daxwaz û pêdiviyên şaredariyan ên têkildarî plankirina avakirinê,pêşxistina projeyan û xebatên peyzajê hatin rawestandin.