Şandeya Yekîtiya me di çarçoveya bernameya Fransayê de, çû serdana Navenda Jinan a Şaredariya Nanterrê û bi hilbijêr û xebatkarên şaredariyê re hatin gel hev.
Di hevdîtina ku Hevserokê Yekitiya me Siraç Çelîk, Endama Encumana Yekîtiya me, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê, Hevberdevka Komîsyona Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya DEMê Devrîm Demîr û Berpirsa Dîplomasiyê ya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya me Rûken Demîrer cih girtin de, li ser xebatên navendên jinan û mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hate rawestandin. Seroka Onorary ya Komeleya Franse Kurdistan Sylvie Jan û endama FKDDê Nadine Garcia jî li gel şandeyê bûn.
Di şandeya Nanterrê de, Endama Meclîsa Herêmî ya Hauts-de-Seinê Laureen Genthon, Alîkara Serokê Berpirsyara Mafên Jinan ên Şaredariya Nanterrê Caroline Bardot û Xebatkara Navenda Jinan a Şaredariya Nanterrê Jamela Agora jî cih girt.
Şandeya Fransî, daxûyand ku ‘‘cerebeya tevgara jinan a li Kurdistanê bandor li ser wan kiriye û di vî warî de divê parvekirin bên domandin’’. Bal hate kişandin ku, li hemu deverên cîhanê yên cuda jin bi heman pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û hate destnîşankirin ku tevgera jinan sînor nas nake.