Rêveberiya Pêşxistina Stratejiyê ya Yekîtiya me, li ser daxwaza Şaredariya Hênê ji bo alîkariya teknîkî ya xebatên ku li navçeyê bên kirin li qadê lêkolîn kir.
Tîma teknîkî ya Yekîtiya me ku ji Avahîsaza Peyzajê Nehîr Aktaş Ozmaskan, Plansazê Bajêr Baran Altug û Endezyarê Avahiyê Zinnar Aktaş pêk tê, bi Hevşaredarê Hênê Hamdullah Demîr re li rêya derdora bajêr û rêyên li derdora Nexweşxaneya Dewletê lêkolîn kir.
Di lêkolînên li qadê de, xebatên rêyên ku dê bên çêkirin hatin dîtin. Her wiha li ser plansaziya bajarî, peyzaj û sererastkirina parkan nirxandinên teknîkî hatin kirin.