Yekîtiya me,Şaredariya Rezan û Komîteya Koordînasyonê ya TMMOBê ji bo kêmkirina xetera erdhejê û xurtkirina li hember karesatan ya li navçeya Rezanê protokola hevkariyê îmze kirin.
Protokol,li Şaredariya Rezanê bi beşdariya Hevserokê Yekîtiya me Siraç Çelîk,Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz û Sekretera Komîteya Koordînasyonê ya Bajêr a TMMOBê Nûjen Ayhan hate îmze kirin.
Bi protokolê re dê envanterên avahiyên li Rezanê were derxistin, analîzên xetera erdhejê ya li gorî taxan bêne kirin û lêkolînên civakî û teknîkî bêne meşandin. Li ser bingeha van xebatan dê civînên taxan, hevdîtinên bi gel re, atolye û perwerdeyên teknîkî bêne lidarxistin û dê planên imarê ji aliyê xetera erdhejê ve bêne nirxandin.
Li gorî protokolê, Şaredariya Rezanê dê xebatên li qadê û lêkolînên li taxan pêk bîne.TMMOB dê diyarkirina rêbazên xebatê û karanîna daneyên bidestxistî bike. Yekîtiya me jî dê koordînasyona xebatan bike û piştgiriya teknîkî bide.