Xwendekar û akademîsyenên Beşa Plansaziya Bajar û Herêmê ya Fakulteya Mîmariyê ya Zanîngeha Teknîkî ya Yildizê, ji bo gerên teknîkî û lêkolînên qadê yên ku bi koordînasyona Yekîtiya me û bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezanê tên meşandin hatin Amedê.
Di çarçoveya bernameya ku di navbera 24–28ê Cotmehê de tê lidarxistin de,şande ligel xebatkarên Gerînendetiya Pêşxistina Stratejiyê ya Yekîtiya me pêkhateya bajêr, mîrata dîrokî û çandî,pêvajoyên geşedana cihî li cih de dişopînin. Di roja ewil a xebatên qadê de, li navçeya dîrokî ya Sûrê qadên giştî û jiyana bajêr hatin tomarkirin. Daneyên ku tên berhevkirin, dê bibin bingeha stratejiyên plansaziyê yên ji bo paşeroja Amedê.
Ev xebat bi navê “Nêzîkatiya Plana Stratejîk a Cihî ya Navenda Parêzgeha Amedê ya bi Armanca Amedeke Berdewam” tê meşandin. Armanca xebatê ew e ku stratejiyên plansaziyê pêş bixe, stratejiyên ku nirxên xwerû yên Amedê diparêzin, mafê bajêr li ber çavan digirin û pêşveçûna berdewam dikin bingeh.
Yekîtiya me bi hevkariya zanistî ya zanîngehan, dê piştgiriya plansaziya herêmî û projeyên ji bo pêdiviyên bajaran berdewam bike.