Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Rezan û Şaredariya Elbakê di Kongreya Cîhanê ya UCLG’yê de ku li bajarê Tanca yê Fasê tê lidarxistin, ji bo Endamtiya Konseya Cîhanê ya UCLG’yê wekî namzetên herêma MEWA’yê hatin hilbijartin.
Di kongreyê de ku Hevserokê Yekîtiya me Siraç Çelik, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û endamê Meclîsa Şaredariya Elbakê Mehmet Çekvan Beyaz jî tê de beşdar bûn. Di kongreyê de ,organên rêveberiyê yên UCLGê yên ku dê di heyama 2026-2029an de wezifeyê bikin jî dê werin diyarkirin.