Foruma Bajarên Jînde 2026an a ku ji aliye Yekîtiya Bajarên Jînde a Tirkiyeyê ve hat lidarxistin, di 13-14ê Gulanê de li Navenda Kongreyê ya Lutfî Kirdar a Stenbolê pek hat.
Bi navê Yekitîya me, ji Rêveberiya Pêşxistina Stratejiyê Berpirsyara Dîplomasiyê Dîlan Ateş, Endezyarê Avahiyan Zinnar Aktaş, Plansazê Bajarvaniyê Baran Altug beşdarî forumê bûn.Di forumê de daniştinên cuda yên li ser polîtîkayên bajarên jînde û domdar di rêveberiya xwecihî de hatin şopandin.
Di forumê de, mijarên xûrek, av û vejenê yên ku bingeha rêveçûna bajaran pêk tînin hatin nîqaşkirin û rewşa heyî,pêşniyarên çareseriyê jî hatin nirxandin. Di Forumê de, armanc ewe ku parvekirina zanîn û serpêhatiyên di navbera rêveberiyên xwecihî de were bihêzkirin. Forum piştî daniştinan bi dawî bû.