Di Konferansa Jinan a bi dirûşma “Em bi Hilbêrin û Rêxistinkirinê Têkoşîna xwe ya Jinan Civakî dikin” de, xebatkarên Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya me pêşkêşî kirin.
Di konferansê de xebatên Yekîtiya me, perspektîfa têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, xebatên yekeyên perwerde û aboriyê hatin parvekirin.
Di pêşkêşiyan de li ser mijarên hêza xweser û rêxistinbûna jinan, girîngiya yekeyan hatin nirxandin. Her wiha xurtkirina yekeyan, çareserkirina kêmasiyên koordînasyonê,di xebatên qadê de pirsgirêkên ku derketine holê û rêyên çareseriyê hatin nîqaşkirin.