Şandeya Yekîtiya me, ya ku ji bo hevdîtinên cuda li Fransayê bûn, ligel Şaredarê Nanterrê Raphaël Adam hatin gel hev.
Di hevdîtina ku Hevserokê Yekîtiya me Siraç Çelîk, Endama Encûmena Yekitiya me û Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê, Hevberdevka Komîsyona Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya DEMê Devrîm Demîr û Berpirsa Dîplomasiyê ya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Yekitiya me Rûken Demîrer beşdar bûn de Seroka rûmetê ya Komeleya Kurdistan Fransayê Sylvie Jan û endama FKDDê Nadine Garcia jî li gel şandeyê bûn.
Di hevdîtinê de, mijarên xurtkirina têkiliyên di navbera hemwelatî, sazî û şaredariyan de û li ser vê bingehê de pêşxistina torên piştevaniyê hatin nirxandin. Şaredarê Nanterrê Raphaël Adam anî ziman ku ji bo xuyakirina têkoşîna gelê Kurd divê bi piştevaniyê were xurtkirin.
Têkilî û serdanên ku şandeya Yekitiya me li Fransayê pêk anîn, piştî hevdîtina li Nanterrê bi dawî bû.