Di çarçoveya bernameya Yekîtiya me ya li Fransayê de, Hevserokê Yekîtiya me Sîraç Çelîk, Endama Encûmena Yekîtiya me, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Hevberdevka Komîsyona Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya DEMê Devrîm Demîr û Berpirsa Dîplomasiyê ya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya me Rûken Demîrer,di 11-13ê Îlonê de li Fransayê beşdarî bernameya Fête de l’Humanité ku ji aliye rojnameya L’Humanité hate lidarxistin bûn.
Di bernameyê de şandeya Yekîtiya me, bi senator û Rêveberê rojnameya L’Humanité Fabien Gay re hevdîtin pêk anîn.Her wiha Yekîtiya me,li ser banga Komeleya Franse Kurdistanê beşdarî gotûbêjê bûn.Di gotûbêje de bi nûnerên rêveberiyên herêmî yên Fransayê re li ser demokrasiyê ya beşdar,têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û bûdceya hestiyar a li gorî zayenda civakî axaftin hatin kirin.
Di bernameya ku Nûnertiya Partiya DEMê ya Brukselê jî beşdar bûn, li ser xurtkirina têkiliyên di navbera rêveberiyên herêmî yên Fransayî û Kurd de û pêşxistina xebatên hevpar biryar hat girtin.