Hevserokê Yekîtiya me Siraç Çelîk, Endama Encûmena Yekîtiyê, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê,Hevberdevka Komîsyona Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ên Partiya DEMê Devrîm Demîr û Berpirsa Diplomasiya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan Rûken Demîrer, di çarçoveya bernameyê de yekemîn hevdîtinên xwe pêk anîn.
Heyet, bi Weqfa Danielle Mitterrand re civiya.Di hevdîtinê de pêşxistina qadên xebata hevpar hatin destnîşankirin. Berpirsê Bernameyê yê Weqfê Eloise Berard û Hevderîng Caroline Lejeune jî di hevdîtinê de amade bûn.
Her wiha bi endama Meclîsa Şaredariya Parîsê ya Partiya Sosyalîst Geneviève Garrigos re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtina dawî ya rojê de, bi nûnerên Partiya Sosyalîst û Partiya Kesk ên Şaredariya Parîsê Dylan Boutiflat, Gaston Laval, Geneviève Garrigos, Marie-Pierre Marchand û Frédérique Rebeil û David Andic re civiyan.
Di çarçoveya bernameya Fransayê de, têkiliyên şandeya me dê bi hevkariya Nûneratiya Partiya DEMê a Brûkselê berdewam bikin.