Xebatên ku di nava Gerînendetiyên Karesatê yên şaredariyên endamên Yekîtiya me de tên meşandin, li Amedê bi civîna xebatê hatin destgirtin.
Bi pêşengiya Yekîtiya me û bi hevkariya Komeleya Rêvebirina Karesatê û Piştgiriyê (DMS) ve, li Navenda Kongre û Çandê ya ÇandAmedê civîna bi navê “Rêvebirina Karesatê ya di Rêveberiyên Xwecihî de” pêk hat. Rêvebir û xebatkarên gerînendetiya karesatê yên şaredariyan beşdarî civînê bûn.
Hevserokê Yekîtiya me Sîraç Çelîk di vekirina civînê de bal kişand ser girîngiya koordînasyonê û got: “Ji bo xurtkirina kordînasyona di navbera şaredariyan û zêdekirina kapasîteya tevgera hevpar,di vê şertên heyî û rêveberiya qirîzê bi awayekî berfirehî bêne destgirtin. Di dema karesatê de ji bo pêşîlêgirtina wendahiya wextê û mudaxeleyên bi lez, divê li gorî ezmûnên heyamên borî gavên berfirehtir bên avêtin."
Di berdewama civînê de, Hevberdevkê Yekîtiya me Azad Ozkeskîn rapora ku ji aliyê Yekîtiya me ve hatiye amadekirin ya bi navê “Rapora Binesaziya Karesatê ya Şaredariyên GABBê” pêşkeş kir. Her wiha Abbas Azîzoglu yê ji DMSê li ser mijara “Rêvebirina Karesatê û Hişyarbûnê”, Berpirsê Perwerdeyê yê AFADê Harun Kor jî li ser “Sîstema Rêvebirina Karesatê ya Tirkiyeyê û Berpirsiyariyên Rêveberiyên Xwecihî” daneyên girîng parve kirin.
Piştî pêşkêşiyan, pirsgirêkên ku di vê qadê de tên jiyîn hatin nirxandin. Di nirxandinan de hat rexnekirin ku di gelek şaredariyên me de Gerînendetiya Karesatê tune ye, di şaredariyên ku gerînendetî lê hene jî di astên rêveberiyê de girîngî nayê dayîn û ji vê qadê re kadro budçe nayê veqetandin.
Di civînê de li ser girîngiya amadekirina Plana Master a Karesatê, avakirina depoyên lojîstîkê ên di her şaredariyê de, plankirina perwerdeya perwerdekaran ya li ser mijarên wekî “Hişyariya Karesatê” “Lêgerîn -Rizgarkirinê” û mijarên her wekî din hate sekinandin.