Ji bo piştgiriyê bidin hewildanên şaredariyên endamên Yekîtiya me yên ji bo pêşxistina çavkaniyên darayî “Ji bo Şaredariyan Rêbernameya Fînansmana Derveyî Hîbeyan” hate weşandin.
Di Rêbernameya ku ji aliye Yekitîya me ve hatiye amadekirin de li ser mijara gîhiştina çavkaniyên finansmana alternatîf ên şaredariyên me,bi awayekî berfireh hatiye sekinandin.Di rêbernameye de ji bo razemeniyên binêsazî, seresazî,wesayît û ekîpmanan,enerjî,ava vexwarinê û kanalîzasyonê yên şaredariyan vebijerkên kredîyan ên serlêdanê hatine lêkolîn kirin.
Her wiha şert û mercên saziyên darayî yên neteweyî û navneteweyî, bi taybetî yên ÎLBANK ji bo peydakirina çavkaniyan, misogeriya Xezîneyê pêwîst e an na û şaredariyan ji bo destûra deyndayînê li gorî qanûn û rêziknameyan divê çi bikin û li ser mijara heta niha kîjan şaredariyan ji van çavkaniyan sûd wergirtine tê rawestandin.
Di rêbernameyê de ,deynên heyî yên şaredariyan ne asteng in ji bo serlêdana fînansmanê û serlêdan li gorî kapasîteya vegerandina deynê û sepandina aborî û teknîkî dide ber çavan.
https://gabb.gov.tr/uploads/diger/1788792255_13030bd09db406a583e1.pdf