Ji bo şaredariyên endamên Yekîtiya me, piştgirîya plansazî û pêvajoyên birêvebirina xizmetên zarokan yên wekî kreş, navendên lênêrîna rojane, navendên çalakiyên zarokan û odeyên lîstikê yên zarokan rêbernameyek bi navê “Ji bo Şaredariyan Rêbernameya Qadên Xizmetê yên Zarokan” hat weşandin.
Di rêbernameya ku ji aliyê Yekîtiya me ve hatiye amadekirin de, modelên cuda yên sepandinên xizmetên zarokan ên şaredariyan û rêziknameyên qanûnî yên van modelan bi berfirehî cih digirin.
Di rêbernameyê de, piştî guhertinên mevzûata sala 2026an vir ve, mijarên ku divê hemû şaredarî di pêvajoyên vekirin û destûrê de balê bidinê tên destnîşankirin. Di vê çarçoveyê de li ser mijarên pêvajoyên mercên fizîkî û avahî, plansazkirina xebatkaran, qeydkirina zarokan, tenduristî, xweyîbûn, ewlehî û venêrînê jî tê rawestin.
https://gabb.gov.tr/uploads/diger/1790946643_0ea6a3898fb4cb7e7b0b.pdf