Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya me, li ser Modela Budçeya Beşdar a Şaredariya Rezanê lêkolîneke li cih kir. Armanc ew e ku ev model di xebatên jinan de jî were guncandin.
Di çarçoveya lêkolînê de, xebatkarên midûriyetê çûn taxê û modele li cih dîtin. Her wiha bi Cîgira Hevşaredara Rezanê Jiyan Aslan û Hevkoordînatora Budçeya Beşdar Melek Çetîn re hevdîtin hate kirin. Di hevdîtinê de li ser modelê ji aliyê xebatên jinan ve agahiyên berfireh wergirtin.
Modela Budçeya Beşdar ku li Tirkiyeyê di nav mînakên serkeftî de cih digire, dê ji bo pêşxistina rêveberiya herêmî ya demokratîk û xurtkirina beşdarbûna jinan li gorî xebatên jinan were guncandin. Bi vê armancê jî pêvajoya xebatê hate destpêkirin.