Di çarçoveya Polîtîkayên Jinan ya Yekîtiya me û Polîtîkayên Jinan ya Şaredariyên Dem Partiyê bernameya Awusturyayê bi dawi bû. Piştî têkiliyên Viyanayê, li Grazê jî hevdîtin pêk hatin.
Li Grazê,bi seroka şaredariyê Elke Kahr,cîgirê serokatiya şaredariyê Miriam Herlicska û endamên Yekîtiya Jînên Demokratîk Ines Koured û Ullî Kolar re hevdîtin pêk hatin.Di van hevditînan de, di navbera şaredariyan de piştgirîya li dijî tundiya li ser jinan û xebatên hevpar ên jinan hat destnîşan kirin.
Ji bo bihêzkirina têkoşîna jinan, girîngiya piştgirîya di navbera rêveberiyên xwecihî de hat gotin.