Şandeyek ji akademîsyen û xwendekarên asta masterê yên Zaningeha Humboldtê bi şandeyek ku Hevserokê Yekitîya me Sîraç Çelîk jî din nav de bû civiyan.
Şandeya ku ji bo çend hevdîtin û têkiliyên cûda hatibûn Amedê,bi şandeyek re ku Hevserokê Yekitîya me Sîraç Çelîk ,Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn ,Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Ahmet Dogan, Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan û nûnerên rêxistinen civaka sivîl di nav de bûn,hevdîtin pêk anîn.
Di hevdîtine de Hevserokê Yekitîya me Sîraç Çelîk, di derbarê rêxistina Yekitîya me,xebatên ku tên meşandin,rewşa heyî ya şaredariyên endam û rûxandina ku di dema qeyûman de çêbûne agahdarî da. Çelîk her wiha bal kişand ser giringîya pêşxistina têkiliyên li ser bingeha hevkariyê bi saziyên rêveberiya xwecihî û rêxistinên civaka sivîl yên derveyi welat.