Ji bo Pêşxistina Xizmetên Pirzimanî Pêvajoya Koordinasyonê Hat Destpêkirin
Ji bo zêdekirina têgihîştina xizmetên pirzimanî di rêveberiyên herêmî de xebateke girîng hat destpêkirin.
Di civîna ku bi rêxistina Yekîtiya me ve hat lidarxistin de, Hevberdevkên Yekîtiya me Serap Baş û Azad Ozkeskîn, Midûrê Şaxa Pêşxistin û Parastina Ziman ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Tahîr Baykuşak û endama Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) Dîlan Guvenç beşdar bûn. Di civînê de girîngiya avakirina modelên xizmetên pirzimanî û standardên hevpar li ser mînakên baş ên sepandinê hate nîqaşkirin.
Di civînê de damezrandina yekîneyên ziman li şaredariyan, dabînkirina kadro û çavkaniyên aborî ji bo van yekîneyan, parvekirina tecrûbeyên xizmetên pirzimanî û berfirehkirina projeyên wekî “Zarokîstan” hate nîqaşkirin. Piştî xebatên amadekariyê, bi damezrandina “Yekîneya Koordinasyona Xebatên Ziman”, mekanîzmayên xizmetên pirzimanî yên li gorî hewcedariyên şaredariyan dê werin pêk anîn.