Di çarçoveya bernameyên 8’ê Adarê yên Şaredariyên Rezan û Erxeniyê de,ji aliyê Rêvebiriya Polîtîkayên Jinan ya Yekîtiya me ve perwerdehiya“Hişmendiya Wekheviya Zayendî ya Civakî”hat lidarxistin.
Perwerdehî ji bo xebatkarên şaredariyê ji aliyê Eda Bazencîr ve hat dayîn.Di perwerdehiyan de têgîhina wekhevîya zayendî,xurtkirina perspektîfa wekheviyê di xizmetên rêveberiyên herêmî de û girîngiya xizmetên giştî yên li ser bingeha wekheviyê hatin nirxandin.Her wiha rêbazên bingehîn ên ji bo pêşxistina xizmeta wekheviyê hatin parvekirin.
Di bernameyê de rêbazên pratîk ên ku di jiyana rojane û jiyana xebatê de wekhevîya zayendî piştgirî dikin hatin ragihandin.Bi perwerdehiyê tê armackirin ku xizmetên li ser bingeha wekheviyê di rêveberiyên herêmî de werin xurtkirin.