2yemîn Civîna Meclîsa Asayî ya Sala 2026an a Yekitiya me, bi tevlîbûna hevşaredar û endamên meclisê yên şaredariyên endam li Amedê pêk hat.
Di vekirina civîna meclisê ya ku li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê hate lidarxistin de Hevserokê Yekitiya me Siraç Çelik bal kişand ser duyemîn salvegera tayînkirina qeyiman ên li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ,Şaredariyên Êlih û Xelfetiyê û got: "Îradeya ku gel li ser sindoqan derxistiye holê nayê xuyakirin. Dûrxistina hevserokên şaredariyan ên ku bi hilbijartina gel hatine ser kar, binpêkirina îradeya demokratîk a gel e. Divê hevserokên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin, vegerin peywirên xwe."
Di civînê de, di çarçoveya destpêkirina xebatên avahiya Akademiya Rêveberiyên Herêmî ya Yekîtiya me de, îmzêkirina protokola hevkariyê bi şaredariyên endam re, serlêdana ji bo endamtiya Komeleya Demokrasiya Herêmî ya Ewropayê (ALDA), avakirina Koordînasyona Guhertina Avhewayê û Koordînasyona Xebatên Aborî ya di nava Yekîtiya me de hatin nîqaşkirin. Her wiha, bernameya performansê, bernameya xebatê û budceya sala darayî ya 2027an hatin nîqaşkirin û biryar li ser wan hatin girtin.